• Tuesday, 17 February 2026
logo

Amerîka: Em bo nexşerêya Minbicê amade ne

Amerîka: Em bo nexşerêya Minbicê amade ne
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ragihand ku ji bo sepandina nexşerêya Minbicê ya ku Tirkiye û Amerîka li serê gihiştine rêkeftinê, amade ne û şandên herdu aliyan dê vê hefteyê li Almanyayê plana bicihkirina wê gotûbêj bikin.



James Mattis li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) digel endamên çapemeniyê civiya.



Di bersiva pirsa "Gelo dê kengî nexşerêya Minbicê bê sepandin?" de Mattis got: "Amerîka li Minbicê ji bo hevkariya leşkerî ya Tirk-Amerîkan amade ye."



Mattis anî ziman ku hefteya borî wezîrê karê derve yê herdu welatan mijara hevkariyê li Minbicê gotûbêj kirine û got: "Di eniya pêş de em ji bo hevkariyê amade ne. Ev jî ji zanîna wê yekê destpê dike ku ka em bi hevdu re li kuderê ne."



Mattis wiha pê de çû: "Di vê mijarê de, ez nizanim kîjan roje lê emê vê hefteyê bicivin. Artêşa Tirkiyê dê vê hevdîtinê li Fermandariya Ewropayê ya li Sttutgartê (EUCOM) bike. Hûrgiliyên nexşerêyê tên nirxandin."

Rudaw
Top