• Thursday, 26 February 2026
logo

Hevpeymaniya navdewletî karwaneka din ya otomobîlên serbazî pêşkêşî Pêşmerge kir

Gulan Media November 10, 2021 Nûçe
Hevpeymaniya navdewletî karwaneka din ya otomobîlên serbazî pêşkêşî Pêşmerge kir

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê karwaneka din ya otomobîlên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kir.

Hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê îro li Hewlêrê 256 otomobîlên serbazî pêşkêşî hêzên Pêşmerge kir ku beşek ji wan yên şer in û beşek jî bo veguhestina serbazan tên bikaranîn.

Ev sêyemîn karwana otomobîlên serbazî ye ku ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve pêşkêşî hêzên Pêşmerge tê kirin.

Top