Serokwezîr li gel şandeke hevpeymaniya cîhanî civiya
dibêje ez hertim xwe bi dostê gelê Kurd dizanim.
Behsa metirsiyên terorê hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê civiya û piştî civînê jî derbarê naveroka civînê de Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand;
Îro sêşem 9ê Mijdara 2021an me pêşwaziya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Jeneral Richar Bill kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya xwe serdana me kiribû.
Di civînê de me spasiya Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan kir bo kar û xizmetên ku di dema pîwerdariya xwe de pêşkêş kiriye û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de jê re xwest.
Di berdewamiya civînê de Cîgirê Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan, bi rêzdarî ve behsa hevkarî û hemahengiya dezgehên têkildar yên herêma Kurdistanê kir û balkêşande ser vê yekê ku hertim xwe bi dosteke dilsoz ya gelê Kurdistanê dizane di her cîhek û erkek da be.
Rûbirû bûna gef û metirsiyên terorîstên DIŞIê, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêmê û girîngiya berdewam bûna hevkarî kirina pêşmerge mijarên din yên civînê bûn.
