Bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de 6 milyar dolar daketiye
Ji ber nebûna geştên asmanî ya di navbera bajarên Bakûr û Başûrê Kurdistanê de qebareya bazirganîya di navbera herdû alîyan de daketîye astek kêm û hejmara hatin û çûna geştyaran ya ji Bakur ji bo Başûrê Kurdistanê jî kêmbûye. Bi despêka corona re bi armanca rêgirî ya li ber korona li Tirkiyê ji bo gelek welatan geştên asmanî hatibûn rawestandin rewş asayî bûye û lê ev sal in di navbera Amed û Hewlêr û Dîlok Hewlêrê de geştên asmanî hêj destpênekirine.
Di destpêka corona de bi armanca rêgirîya corona geştên asmanî ji Amed û Dîlokê bo Hewlêrê hatibûn rawestandin û ev bû sal hê jî destpê nekirine. Ji vê sedemê jî ji Bakurê Kurdistanê çûyîna karsaz û bazirganan zehmet bûye û karsazên ku bixwazin herin başûr mecbûr in ji Enqere û stenbolê yan jî bi rêya bejayî biçin. Li gor jûra bazirganîya amedê vê yekê wisa kiriye ku bazirganiya herdû alîyan ji 13 milyar dolaran daketîye 7 milyar dolaran.
Weke sedema ewil a nebûna geştên asmanî ev tê nîşandan ku kompaniyên geştên asmanî yên Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê tên dibêjin “dema em geştên xwe ji Amed û Dîlokê bo Hewlêrê dikin balafirên me tije nabin û em zirar dikin.” Ji derveyî vê sedema berbiçev tiştek xuya nake lê jûrên bazirganîya Bakurê Kurdistanê vê sedemê qebûl nakin û dibêjin bira geştên xwe bidin destpê kirin heke ku zirar bikin zirara wan emê qerebû bikin.
Revebirê Balafirxaneya Hewlêrê Ehmed Hoşyar dibêje: “Em wisa difikirin ku ji ber nebûna geştîyaran e ev rewş. Kompaniya Turkish Airlens ji bo geştên ji Tirkiyê bo Hewlêr û Bexdayê biryara razemenîyê girtine lê hêj geşt destpênekirîne û geştyar kêm in.”
Yek ji sedemên nebûna geştên asmanî ew e ku kompaniyên balafiran dibêjin di çûyîna ji Amed û Dîlokê ya ji bo Hewlêrê de balafirên me tije nabin û em zirar dikin. Lê li gel wê tê zanîn ku hin astengiyên burokratîk û sîyasî jî hene û ji bo çareserkirina van pirsgirêkên heyî Jûra Bazirganîya Amedê hevdîtin pêktînin û ew pêşbînî dikin ku di demek nêzîk de carek din geştên asmanî yê destpê bikin.
Serokê Jûra Bazirganîya Amedê Mehmet Kaya jî got: “Nêzîkî du sal in geşt hatine betalkirin. Qebareya bazirganîya me ji sedî 50 ketîye. Ji 13 milyaran daketîye 7 milyar dolaran. Bazirganîya Bakûrê Kurdistanê tenê bi Başûrê Kurdistanê re heye, lê ji ber ku em nikarin bazirganîyê bikin, em nikarin melzemeyên bifropşin, weberhênerên me û hinardekarên me di rewşek xirab de ne û pirsgirêkên mezin dijîn. Ji ber wê jî ji vir bo başûr seferên esmanî yen yekser gelek girîng e. Dema ku çûyîn rasterast ji vir nebe karsaz bi rêya bejayî jî herin zehmet e, ji Enqere yan jî ji Stenbolê bi balafiran jî herin zehmet hêj zêdetir dijîn.”
Medenî Dîlek jî yek ji karzazek Amedê ye ku ew di kargeha xwe de hilberîna mobîlyayan dike û di sê salên dawî de qebareya bazirganîya wî bi Başûrê Kurdistanê re gihiştîye milyonek û 100 hezar dolaran. Lê ji ber nebûna geştên asmanî ew jî dilgiran e.
Karsaz Medenî Dîlek jî got: “Dema em bi rêya bejayî diçin di gumrukê de em gelek astengî dikêşinin. Çar saet pênc saet em di gumrugê de dimînin. Balafir tune ne. Eger balafir hebana di nav 45 deqeyan de em dikarin ji Amedê herin Hewlêrê karê xwe biqedînin û di du rojan de vegerin. Em gelek mexdûr in. Di navbera me û Kurdistanê de qebareya bazirganîyê mezin e, lê hatin û çûyîna wir ji me re gelek zor e.”
Li gel nebûna geştên esmanî ya Amed-Hewlêr û Dîlok-Hewlêrê di derîyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl de jî di hatin çûnê de gelek astengî hene û bazirgan daxwaza asayîkirana hatin çûna derîyên sînorî jî dikin.
Rudaw
