Wêneyên koçberên Kurd li ser sînorê Belarus û Polandê
Bi sedan koçber ku piraniya wan koçberên Kurd in ji Belarusê ber bi sînorê Polandêa ve bi rê ketin û dixwazin derbasî Ewropayê bibin. Polondê jî sînor li ber wan girtiyei, bi zêdeyî 12 hezar leşkeran re rû bi rû dibin.
Di wêneyna de diyar dibe ku hejmareke zêde ya koçberan ku piraniya wan Kurd û Iraqî ne, li ser sînorê Belarus û Polandê kom bûne, xwe ji derbasbûneke dijwar û zehmet re amade kirine û agir di nav daristanan de
Koçberê Kurd ê li sînorê Belarus-Polandê Bîlal Xalid ji Rûdawê re axivî û got, “Hemû Kurdên li Belarusê çûne ser sînorê Polandê. Koçberab plan dikirin bi hev re xwe bi rêxistin bikin derbasî sînorê Polandê bibin.”
Lîtvanya, Poland û Yekîtiya Ewropa, hikumeta Belarus tohmetbar dike ku hewl dide bi qaçaxî koçberan ji bibe bo ser sînorê wan. Lîtvanyayê dest bi şandina leşkeran ber bi sînorên xwe ve kir. Wezîrê Navxwe yê Lîtvanyayê jî daxwaza ragihandina rewşa awarte kir.
Rudaw
