Li Nîjerê agir bi dibistanekê ket; 25 zarokan canê xwe ji dest dan
Li welatê Nîjer li rojavayê Efrîqayê, agir bi dibistaneke ku bi dar û pûş hatibû çêkirin ket û di encam de herî kêm 25 zarokan canê xwe ji dest dan û gelek zarok jî birîndar bûn.
Roja Duşembê 8ê Mijdara 2021ê medyaya Nîjerê ragihand ku li duyem bajarê herî mezin ê welat, di bûyerekê de agir bi sê polên ku bi dar û pûş hatibûn çêkirin ketiye û di encamê de gelek zarokên temen 3 salî heta 8 salî bûne qurbanî.
Destpêkê berpirsên perwerdeyê yên wî welatî ragihandin ku 20 xwendekaran canê xwe ji dest dane û 19ê din jî birîndar bûne, lê piştre ji ber ku birînên hinekan ji wan dijwar bûne, 5 xwendekarên din jî canê xwe ji dest dane.
Rêveberiya Herêmî ya Perwerdeya Neteweyî ya Nîjerê diyar kiriye ku heta niha nayê zanîn agir ji ber çi sedemî derketiye û derbarê bûyerê de polîsan dest bi lêkolînê kirine.
Li Nîjerê û hinek welatên hejar ên Efrîqayê, kolikên ku bi dar û pûş tên çêkirin zêdetir wek polên xwendinê tên bikaranîn.
Ev ne yekem car e bûyereke wiha ya tradejîk ku li welat diqewime, meha Nîsana îsal li bajarê Niamey ê paytexta Nîjerê agir bi dibistaneke amadeyî ketibû û di encamê de 20 zarokan canê xwe ji dest dabûn. Ên ku nikarîbûn birevin piraniya wan zarokên kirêşê bûn.
Rudaw
