Serok Barzanî li gel şandeke wezareta berevaniya Brîtanyayê civiya
behsa rewşa siyasiya Îraqê hate kirin.
Brîtanya berdewam dibe li ser piştîvanî û hevkarî kirina Kurdistanê.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke wezareta berevanî ya Brîtanyayê bi Serokatiya Şêwirmendê wezareta berevanî ya bo karûbarên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqayê Sammy Sampson kir.
Di civînê de ku Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû, giftûgo li ser rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraq û deverê û metirsiyên terorê hate kirin.
Her di heman civînê de nîqaş li ser pêşeroja prosesa siyasiya Îraqê bi taybetî piştî hilbijartinên parlementoya Îraqê jî hate kirin.
Di berdewamiya civînê de şanda mêwan tekez li ser vê yekê kir ku Brîtanya weke dosteke bihêz ya Kurdistan û Îraqê dimîne û berdewam dibe li ser piştîvanî kirina reformên nava wezareta pêşmerge.
