Rêveberiya Rojava daxwaza diyalogê ya hikûmeta Esed qebûl kir
Serokê Sûriyê Beşar Esed, roja 31ê Gulanê ragihandibû, ku ew dixwazin li gel hêzên ku bakurê Sûriyê, wate Rojavayê Kurdistanê kontrol dikin, diyalogê bikin.
Esed gotibû: “Eger danûstandin bêencam bimînin em ê wan herêman bi riya leşkerî azad bikin.”
Encûmena Sûriyeya Demokratîk jî bi daxuyaniyekî ragihand, ku ew bi erênî pêşwazî li banga diyalogê ya rêveberiya Şamê dikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “8 sal di ser şoreşa Sûriyê re derbas bûn û ji ber hewldanên çareseriya leşkerî gelek encamên metirsîdar derketin û rewşa tundrewbûn û parçebûna civaka Sûriyeyê zêde bû. Nemaze koçberkirin, guhertina demografîk û destwerdanên hêzên derve hişt ku lihevhatinên di navbera aliyên Sûriyeyê de tune bibin.”
Encûmena Sûriyeya Demokratîk da xuyakirin, “Êdî eşkere ye ku berxwedana li dijî vê diyardeyê gava yekemîn ber bi çareseriya Sûriyeyê ve ye. Ev gava li hemberî vê metirsiyê yekîtî ye, nemaze ji ber ku ev diyarde çarenûsa welat û paşeroja wê têk dibe.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku destwerdana hêzên derve ti çareserî ji aloziya Sûriyeyê re peyda nekiriye û rijandina xwîna welatiyên Sûriyeyê berdewam bûye, tevî ku hin dewletan îdîa kirin ku dê aloziyê çareser bikin û şer bi dawî bikin.
Encûmena Sûriyeya Demokratîk eşkere kir, ku wan ji destpêkê ve gotiye ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê riya tekane diyalog e û ragihand: “Dema ku hikûmeta Sûriyeyê daxwaza vekirina deriyên danûstandinan kir, me bê dudilî û demildest ev yek qebûl kir. Me daxuyaniyên hikûmetê yên ji bo hevdîtinên di navbera aliyên Sûriyeyê de erênî şîrove kir, da ku defeteke nû were peydakirin û guhertineke ber bi rawestandina lehiya xwîna welatiyên Sûriyeyê ve pêk were û xebatên peydakirina aramiyê û jinûve avakirinê bêne destpêkirin.”
Daxuyanî dibêje: “Em hêvîdar in rêbazekî lihevkirinê were peydakirin daku hemû nûnerên gel lihev bicivin. Çareseriya Sûriyeyê bêyî hevgirtina hemû aliyên Sûriyeyî temam nabe da ku Sûriyeke demokratîk li gorî destûrekî ku hemû alî têde di erk û peywiran de weke hevûdu bin, weke avakirin."
Rudaw
