Daquq – Erebên hawirde dixwazin dest daynin ser zeviyên gundekî din ên kurdên Kakeyî
Erebên hawirde bi piştevaniya hêzên ewlehiya navçeyê ve hewldan dest daynin ser zeviyên gundekî kurdên Kakeyî yên ser bi qeza Daquq a ser bi parêzgeha Kerkûkê. Lê xelkê gund ew hewla dagirkirinê red kirin.
Duh 07.11.2021ê çend erebekî hawirde li gel hêzeke ewlehiyê çên gundê Metîqî yê Kakeyiyan ê ser bi qeza Daquqê û xwestin biçin ser zeviyên xelkê gund, ku dest bi kêlana zeviyên wî gundî bikin, lê ji aliyê xelkê gund ve rêgirî li wan hate kirin.
Naha li sînorê Daquqê beşek ji gundên kurdan, erebên hawirde dest bi kêlana zeviyên cotkarên kurd kirine.
Vê derbarê de berbijêra serkeftî ya helbijartinên Parlamentoya Iraqê ya PDKê Necwe Kakeyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ew erebên hawirde her carê nivîsekî tînin û dixwazin pirsgirêkan ava bikin û behsa wê yekê dikin ku ew zevî yên wan in, lê ew zevî yên hemwelatiyên kurd ên li sînorê Daquqê ne.’’
Herwaha got: ‘’Ew fêrbûne salane wan demane de ku demsala kêlan û kiştûkaliyê ye, wan pirsgirêkan ava dikin, ya gundê Metîqî jî her wisa ye. Lê zeviyên wî gundî yên xelkê resen ê gund bixwe ye û ti nivîseke fermî li gel wan tine ku bikarin dest daynin ser zeviyên xelkê.
Basnews
