• Thursday, 26 February 2026
logo

Desteya Amar ya Kurdistanê: Rêjeya hejariyê li Kurdistanê di bin standara navdewletî re ye

Gulan Media November 8, 2021 Nûçe
Desteya Amar ya Kurdistanê: Rêjeya hejariyê li Kurdistanê di bin standara navdewletî re ye

 Desteya Amar ya Kurdistanê ragehand, rêjeya hejarî û belengaziyê li Herêma Kurdistanê gelekî kêm bûye û roj bi roj jî kêm dibe.

Di çarçoveya xebatên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê de, gelek derfetên şolî bo xelkê Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin ev jî bûye sebeba kêmbûne hejarî û belengaziyê.

Desteya amar ya Kurdistanê, ku girêdayî wezareta pilandanînê ye, ragehandiye, rêjeya hejariyê li Herêma Kurdistanê kêm bûye û daketiye bin %10, di demekî de rêjeya hejariyê li hinek parêzgehên Iraqê nêzîkî %50 bûye.

Serokê desteya amar ya Kurdistanê, Sîrwan Mihemed ji K24 re gotiye, her çend hikûmeta Iraqê car car rêjeya hejariyê li Iraq û Kurdistanê belav dike lê hikûmeta Kurdistanê dixwaze bi xwe bi rengekî zanistaî û zelal amar û rêjeya hejariyê destnîşan bike û bihesibîne ji ber wê jî dest bi amadekariyan kiriye.

Bi gotina serokê desteya amarê, rêjeya hejariyê li Kurdistanê bi taybet li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê gelekî kêm bûye û daketiye bin pîvanên navdewletî. Ev jî nîşan dide ku Kurdistan di geşbûneka berdewam de ye.

Li gorî amarên han, rêjeya hejariyê li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê di navbera %5-%8 de û roj bi roj jî kêmtir dibe.

 

Basnews

Top