Berpirsekî Komela Îslamî: Betalkirina dengên Pêşmerge qanûnî ye!
Berdevkê encumena serkirdetiya Komelê, Şivan Raber li ser betalkirina dengên pêşmergeyên Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve ji televîzyona K24 re gotiye, betalkirina dengên taybet (dengên Pêşmerge û polîsên Kurdistanê) qanûnî ye! û divê her kes jî wê biryara parlamentoyê qebûl bike!
Roja 6 vê mehê parlamentoya Iraqê biryar da dengên hilbijartinên parlamentoya Iraqê bi dest bên hejmartin. Di civîna wê rojê de Gorranê daxwaz kir dengên pêşmerge û polîsên Kurdistanê jî bên betalkirin, ew daxwaza Gorranê hat pesendkirin û bû biryar!
Basnews
