• Thursday, 26 February 2026
logo

Egera destpêkirina diyaloga Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê

Gulan Media November 7, 2021 Nûçe
Egera destpêkirina diyaloga Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê

Piştî zêdebûna gefên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê, niha diyaloga di navbera Hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de li Rojavayê Kurdsitanê bûye rojev, Parlamenterekî Sûriyê dibêje, berjewendiya deverê bi dewleta Sûriyê re ye û ji mafê hikûmeta Sûriyê hemû xaka Sûriyê kontrol bike, lê divê mafê çandî ji bo Kurdan bê dayîn û niha ji hemû demê giringtir e ku HSDê li gel Şamê rêkeftinê bike.

Lihevkirineke çavrêkirî di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de derbasî rojevê dibe. Gotarên erênî yên her du aliyan geşbînî li cem hêz û aliyên siyasî çêkiriye.

Parlementerê Sûriyê Dr. Ebdilrehman Xelîl tekez dike ku mercê lihevkirinê ew e ku deverên li jêrdestiya HSDê radestî hikumeta Sûriyê bibin.

Endamê Parlemena Sûriyê Dr. Ebdilrehman Xelîl got: “Berjwendiya devera me bi dewleta Sûriyê re heye. Dewleta Sûriyê ji mafê wê ye serweriya li tevaya xaka xwe bike, herwiha di rêya vê yekê re divê mafên Kurdan ên çandî û çendîn mafên din danpêdan bi wan bibe. Niha fersend ku em rê li dijminên xwe emperyalîzma Amerîkî û dagirkeriya Tirkiyê qut bikin. Ji aliyên HSDê ve jî gelekî girîng e di vê heyamê de karibe vê rêkeftinê cîbicî bike.”

Berpirsên Rêveberiya Xweser radigihînin, ew amade ne bê merc bi berpirsên hikumeta Sûriyê re bicivin, lê asta mercên hikumeta Sûriyê ne li gorî xwesteka wan e. Hin partiyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê dibînin eger mafê kurdên Sûriyê di destûrê de neyê nivîsîn  dê danûstandina bi Şamê re bê hêvî be.

Sekreterê Tevgera Xwebûnê Ebdilbaqî Yûsif jî dibêje: “Eger giftûgo çêbibe divê li ser çend tiştên bingehîn bin. Berî her tiştî ne navendiya ku behsa wê dibe ne diyar e xwesteka hikumeta Sûriyê jê çiye. Ne navendî berê li Sûrî hebû û vaye îro şer û alozî hene. Tişta tê xwestin ne navendiyeke siyasî desthilat û aborî dabeş bibe, wiha jî çareserî ji kêşeya miletê kurd re tê dayîn, eger kêşeya Kurd çareser nebe, aloziya Sûriyê jî çareser nabe.”

Bi zêdebûna asta gefên Tirkiyê li ser deverê, bi mebesta hevtêgihştineke derheqê van gefan de hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser nêzî hev dibin.

Hikûmeta Sûriyê  erê nake tu hêz ji bilî artêşa Sûriyê li ser zemînê hebe, û dixwaze petrolê, ewlehî, dergehên sînorî û proseya xwendinê careke din li desthilata xwe vegerîne.

 

Rudaw

Top