• Thursday, 26 February 2026
logo

Elî Şemxanî: Ev êrîş karê welatên dagîrkere

Gulan Media November 7, 2021 Nûçe
Elî Şemxanî: Ev êrîş karê welatên dagîrkere

dibêje dixwazin alozî û fitneyên nû çê bikin.
Dibêje planeke nû li dijî Îraqê di holê deye.

Emîndarê giştî yê civata ewlekariya Îranê Elî Şemxanî derbarê êrîşa îro ya bo ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî de peyamek belav kiriye.

Emîndarê giştî yê civata ewlekariya Îranê Elî Şemxanî nivîsandiye; Ev êrîşa han planeke nû ya welatên dagîrker yên Îraqê ye li dijî Îraq û Îraqiyan.

Nav hatî diyar kiriye ku ev êrîş fitneyeke nû ya wan welatane ku beriya çend salan bi çê kirina komên terorîstî û piştîvanî kirina wan tiştek ji bilî alozî û nakokiyan bo Îraqiyan li gel xwe ne anîne.

Weke tê zanîn îro danê sibê êrîşî ser mala Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ya li Bexdayê hatibû kirin.

Top