Akademîsyenê 'Kurdistan' parve dikir hat girtin
Akademisyenê Beşa Maliyeyê ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê Hifzullah Kutum ku duhî hatibû binçavkirin, hat girtin.
Parêzerê Kutum mehmet Emin Aktar ji Kurdistan24 re diyarkir, ku “Akademisyen Hizullah Kutum bi egera “bangeşeya rêxistinê” hatiye girtin.
Parêzerê wî Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re ragihand ku Kutum bi tohmeta “propagandaya rêxistinê” li dadgehê hatiye girtin û got: “Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê îtîraz bikin.”
Akademîsyen Hifzullah Kutum ku li Beşa Maliyê ya Peymangeha Zanistên Îqtîsadî û Îdarî ya Zanîngeha Firatê ya Elezîzê kar dike, roja 14ê Îlona 2021an li ser hesaba xwe ya torên civakî li gel wêneyekî Mele Mistefa Barzanî, peyama “Şoreşa Îlonê hemû Kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” belav kiribû.
K24
