Germiyan – Pêşmergeyên Kurdistanê êrişeka terorîstên DAIŞê şikandin
Pêşmergeyên Kurdistanê li devera Germiyan êrişeka terorîstên DAIŞê şikandin.
Şeva borî li devera Qorîçay, ku dikeve navbera bajarokên Kifrî û Xurmatû, terorîstên DAIŞê êrişî hêzên Pêşmerge kirin, ji ber wê jî şerekî giran derket.
Li gorî agahiyên BasNewsê, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva terorîstên DAIŞê dan û ew neçar kirin ji deverê birevin.
Di wî şer û êrişê de ti ziyanek negihîşt hêzên Pêşmerge.
Sentera medyayî ya Wezareta Pêşmerge jî êriş piştrast kir û ragehand, ti ziyanek negihîştiye Pêşmerge.
Basnews
