ENKS: Divê Tirkiye bi dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike
Tirkiye ji bo ku çaremîn car operasyoneke serbazî bibe ser xaka Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li ser sînor di nav livûtevgerdariya leşkerî de ye. Enqereya ku dixwaze bi operasyoneke leşkerî herêmên Til Rifet, Eyn Îsa û Minbicê bixe bin kontrola xwe bi Washington û Moskowê re jî di nav peywendiyên diplomatîk de ye. ENKS jî dibêje, “operasyonên serbazî dibin sedema mexdûra xelkê sivîl, lewma divê Tirkiye bi rêya dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike.”
Endamê Komîteya Siyasî ya Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê û Serokê Şanda Astanayê Ehmed Tohme ji Rûdawê re da zanîn, li ser egera operasyoneke nû heta vê gavê ew bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê re neketine nav danûstandinekê û ew nehatine agahdarkirin.
Ehmed Tohme, Endamê Komîteya Siyasî ya Opozîsyon, dibêje, “Hemû dizanin ku em di şoreşa Sûriyê de em azadî û kerametê ji hemû pêkhateyên Sûriyê re dixwzin. Lewma ti kesê Sûrî be ew kesûkarê me ye, eger tu behsa pêkhateya Kurd jî bikî, ew birayên me ne û peywendiyên me li gel wan dîrokî ne. Pirsgirêka me tenê li gel PYDa terorîst e, ku peywendiyên wan bi Qendîl û rejîmê re hene. Tevî ku ENKS û me jî xwest li gel wan lihev bikin ku ew jî bi mercê peywendiyên xwe li gel Qendîl û rejîmê qût bikin, lê ev yek qebûl nekirin. Derbarê operasyona Tirkiyê de jî em tiştekî li ser nizanin, lê em nîşanan dibînin.”
Li aliyê din nûnerê ENKSê di nav Îtilafa Sûriyê de Abdullah Geddo mînaka operasyona ser Efrîn û herêmên din dide û dibêje, “operasyoneke serbazî ancax zirar û ziyanê dide xelkê sivîl, divê Tirkiyê bi riya dîplomasiyê pirsgirêkan çareser bike.
Ebdula Gedo, Nûnerê ENKSê li Îtilafa Sûriyê, dibêje, “Di her hevdîtinê de em tim ji Wezareta Derve û hikûmeta Tirkiyê re dibêjin, ew êrîşê ser xaka Sûriyê çi herêmên Kurdî bin çi herêmên din bin; welatiyên Sûriyê gelekî mexdûr dibin, tên talankirin, dûr dikevin û xaniyên wan hildiweşe. Lê hikûmeta Tirkiyê berjewendiyên xwe ji gotin û gazinên me bêhtir digre ber çavan. Her wiha ew ê tu zanyariyeke leşkeri jî nede me. Lê li gorî dîtina me ev amadehiya Tirkiyê tiştekî li valahiyê nîn e. Tirkiye dixwaze zext û fişarê li hemû aliyan bike.”
Di demên dawî de berpirsên hikûmeta Tirkiyê didin xuyakirin ku ew ê êriş bibin ser herêmên di bin kontrola hêzên HSD û YPGê de ne. Lê heta niha Enqerê derbarê operasyoneke nû de ku wê kengê dest pê bike, bi çi awayî be û wê kîjan herêman bixin pêşiya xwe tu agahî û zanyarî belav nekiriye. Li gorî pisporan, aqûbeta operasyona Tirkiyê wê li gorî encamên bazariya bi Amerîka û Rûsyayê re diyar bibe.
Rudaw
