Sê endamên PDK-Sê hatin azadkirin
Asayişa Rêveberiya Xweser 3 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) azadkirin ku zêdeyî 100 roj e girtî bûn.
Li gor zanyariyan, her yek ji Berzan Liyanî, Mihemed Eyo û Mihemed Salih Şelal derengî şeva borî hatin azadkirin.
Hersê endamên Partiya Demokrata Kurdistanê- Sûriye zêdeyî 100 roj e ji aliyê Asayişa Rêveberiya Xweser ve li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatibûn girtin.
Rudaw
