• Thursday, 26 February 2026
logo

Çiyayê Metîna dîsa hate bordiman kirin

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Çiyayê Metîna dîsa hate bordiman kirin

heta niha ti zaniyarî derbarê zirarên êrîşê de nehatine bidestxistin.
Şeva din sê caran ev çiya hatiye bordimankirin.

Peyamnêrê Kurdistantv yê li Amêdiyê ragihand ku duhê piştî nîviya şevê balefirên şer yên Tirkiyeyê bi dijwarî çiyayê Metîna bordiman kirine.

Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, şava din di seat 2 û 30 deqîqeyan de bordiman destpê kiriye û sê caran balefirên şer yên Tirkiyeyê çiyayê Metîna di navbera gundê Eredna û Ênişkê de bordiman kirine.

Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.

Peyamnêrê me diyar kiriye ku piştî bordiman kirina çiyayê jî balefirên Tirkiyeyê demeke dirêj li ser esmanê deverê zivirîne.

 

K24

Top