• Thursday, 26 February 2026
logo

Helbûsî pêşwazî li şanda PDKê kir

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Helbûsî pêşwazî li şanda PDKê kir

Serokê Hevpeymaniya Teqedûm Mihemed Helbûsî pêşwazî li şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kir, ku bi mebesta encamdana çend hevdîtin û civînan ligel hêz û aliyên siyasî ji bo têgihiştina helwest û nêrînên hev, serdana Bexdayê kiriye.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Helbûsî, di hevdîtinê de li ser geşedanên herî dawî yên Iraqê û navçeyê gotûbêj hatiye kirin û li ser encamên hilbijartinên parlamentoyê, raman û nêrînên xwe bi hev re parve kirine.

Herwiha diyar kir ku gotûbêjkirina hevtêgihştin û gotûbêja siyasî ya navbera aliyan di qonaxa dahatû de, beşeke din a hevdîtinê bû.

Ev di demekê de ye ku şanda PDKê ji bo nirxandina nêrîn û ramanên aliyên siyasî yên Iraqê, serdana Bexdayê kiriye û armanca sereke ya serdanê ji bo ligel aliyên Iraqê biaxivin û bi nêrînên giştî vegerin Herêma Kurdistanê û encamên hevdîtin û gotûbêjan ji serokatiya PDKê û aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê re ragihînin, piştre li ber siyas wan têgihiştinan, hewl bidin civîneke giştî di navbera aliyên Kurdistanî encam bidin û piştre hinek biryar ji bo destpêkirina danûstandinên ligel aliyên Iraqê bidin.

 

K24

Top