Li Duhokê piştî 36 salan gundek derket holê
Li Duhokê gundê Girê Qesroka, ji ber daketina asta ava bendavê, piştî 36 salan derket holê. Rêveberê Bendava Duhokê dibêje, li gor par, asta ava bendavê 7 metre daketiye.
Bendava Duhokê sala 1985an bi dûriya du kîlometre li bakurê bajêr hat çêkirin û ji ber wê bendavê gundê Girê Qesroka ku 50 mal tê de bûn, hat valakirin û gund jî binav bû.
Berî ku baran bibare û asta ava bendavê bilind bibe, geştyar dikarin serdana wî gundî dikin ku niha jî beşeke zêde ya xaniyan hilneweşiyane.
Rêveberê Bendavê tekez kir ku li gor sala derbasbûyî, asta ava bendavê 7 metre zêdetir daketiye.
Peyamnêrê Rûdawê Huner Reşîd jî ragihand, asta ava Bendava Duhokê îsal zêdetirî 15 metran daketiye.
Rudaw
