• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Bane kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Li Bane kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin

Li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê ve hat kuştin.

Pêr bi şev pasdarên Îranê li zozana sînorî ya Sardaw li nêzîkî bajarokê Bane komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberekî kurd bi navê Mihemed Xudayî hat kuştin.

Mihemed Xudayî (28 salî) xelkê gundê Kanî Sêv yê Bane bûye.

 

 

Basnews

Top