• Thursday, 26 February 2026
logo

Îran: Em bi qaçaxî petrolê difiroşin

Gulan Media November 6, 2021 Nûçe
Îran: Em bi qaçaxî petrolê difiroşin

dibêje bi qaçaxî pere derbasî Îranê dikin.
Dibêje bi qaçaxî jî dolar derbasî Îranê dikin.

Cîgirê Serokkomarê Îranê yê berpirs li karûbarên abûrî û darayî Muhsên Rezayî eşkere kiriye ku Îran bi qaçaxî petrolê difiroşe.

Muhsên Rezayî di gotareke xwe de eşkere kiriye ku dewleta Îranê bo bêbandor kirina dorpêçên Amerîkayê yên li dijî Îranê û baştir kirina rewşa abûriya welat, bi qaçaxî petrolê difiroşe û dolar jî bi qaçaxî derbasî Îranê dike.

Nav hatî herwiha eşkere kiriye ku ev sê sale Amerîka rê nade Îran petrolê bifiroşe lewre lazime xelkê Îranê li hember Amerîkayê bibe xwedan helwesteke tund û hevbeş.

 

 

Top