• Monday, 18 May 2026
logo

Rapirsiya dawî ya kompanya Piarê: HDP %14

Rapirsiya dawî ya kompanya Piarê: HDP %14
Kompanya Lêkolînan a Piarê encamên rapirsiya xwe ya dawî eşkere kirin. Li gor anketê, rêjeya dengên Hevpeymaniya Cumhur ji sedî 42.1, Hevpeymaniya Millet ji sedî 43.1 û HDP jî ji sedî 14 benda hilbijartinê derbas dike.



Kompanya Lêkolînan a Piarê ji bo hilbijartinên pêşwext ên 24 Hezîranê li Tirkiyê, di navbera 26-31ê Gulanê de li 26 bajaran ligel 2 hezar û 620 kesan rapirsiyek kir û encamên wê eşkere kirin.



Li gor rapirsiyê rêjeya dengên Hevpeymaniya Millet a Hevpeymaniya Cumhur derbas dike. Herwiha rêjeya daketina dengên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Hevpeymaniya Cumhur nêzîkê hev in.



Li gor rapirsiyê eger roja Yekşemê hilbijartin were kirin, AK Partî ji sedî 34.8, MHP ji sedî 7.3, CHP ji sedî 23.4, Îyî Partî ji sedî 17.2, HDP ji sedî 14.1 û Partiya Seadetê ji sedî 2.5ê dengan werdigire.



Li gor heman rapirsiyê rêjeya dengên berbijêrên serokkomariyê jî wiha ye: Erdogan ji sedî 39.7, Înce ji sedî 26, Akşener ji sedî 21.2, Demîrtaş ji sedî 11.1, Karamollaoglu ji sedî 1.8 û Perînçek ji sedî 0.1. dibe.

Rudaw
Top