• Tuesday, 17 February 2026
logo

Wezîrê berevaniya Amerîkayê mercê vekêşîna ji Rojavayê Kurdistanê aşkera kir!

Wezîrê berevaniya Amerîkayê mercê vekêşîna ji Rojavayê Kurdistanê aşkera kir!
Wezîrê berevaniya Amerîkayê mercê vekêşanî hêzên wan ên li rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê aşkera kir.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê James Mattis di civîneke NATOyê de ragehand, nabe hêzên hevpeyman derfetê bidin serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad û piştevanên wî ku dest li ser hemû navçeyên Sûriyê de bigrin.

James Mattis ragehand, hêzên wan û hevpeymaniya navnetewî ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê piştî li rojavayê Kurdistanê û rojhilatê Sûriyê çareseriyek siyasî bo şerê navxwe yê Sûriyê bê dîtin dê derbikevin.

Wezîrê berevaniya Amerîkayê dibêje, bê geheştina çareseriyek siyasî li Sûriyê, vekêşîna hêzên Amerîkayê li wan navçeyan xeletiyek stratejîk e û hewldanên dîplomatîk dê bêhêz bike û teror jî dê bihêz bibe.

Basnews
Top