• Thursday, 26 February 2026
logo

Polîtburoya YNKê biryarên Bafil Talebanî pesend kir

Gulan Media November 5, 2021 Nûçe
Polîtburoya YNKê biryarên Bafil Talebanî pesend kir

Medyaya fermî ya Yekîtiyta Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand: “Polîtburoya YNKê bi piraniya dengan, biryarên Bafil Celal Talebanî pesend kir.”

Çend roj berê, Hevserokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî biyara derkirina Lahûr Cengî û sê endamên din ên serkirdetiya YNKê derxist û endamtiya Aras Cengî ku birayê Lahûr Cengî ye, heta şeş mehan hat rawestandin.

Medyaya fermî ya YNKê eşkere kir; biryara derkirina Lahûr Cengî, Jîno Mihemed, Şadiman Mela Hesen û Ala Tehsîn Hebîn û rawestandina endamtiya Aras Cengî heta şeş mehan, ji aliyê polîtburoyê ve hat pesendkirin piştî temambûna dema îtirazê û hemû rêkarên peyrewê û li gor peyrewa navxwe ya YNKê, biryaran hukmê dawî wergirt.

 

K24

Top