Li Kerkûkê sê teqîn: Kuştî û birîndar hene
Berdevkê Polîsê Kerkûkê Efrasyaw Kamîl Weys ji Rûdawê re ragihand: “Îşev li Kolana Quds a li nêzîkî Mizgefta Ebrar bombeyek teqiya û di encamê de kesekî carnê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.”
Efrasyaw Kamîl Wesy da zanîn, ku piştî çend xulekeke din li Cadeya Bexdayê li nêzîkî Mollê Aîletî bombeyeke vedayî teqiya û got: “Heta niha encamên vê teqînê nayên zanîn.”
Piştî çend xulekeke din li Taxa Mûsela ya Kerkûkê bombeyeke din teqiya. Lê heta niha derbarê encamên vê teqînê jî ti zanyarî nînin.
Çavkaniyekî ji Polîsê Kerkûkê ji Rûdawê re ragihand, ku di teqîna li Kolana Qudsê de karvaneke leşkerî hatiye hedefgirtin û di encamê de 11 kes birîndar bûne, ku di nava wan de zarok û jin jî hebûne.
Peyamnêrê Rûdawê jî da zanîn, ku heta niha 11 birîndar gihandine Nexweşxaneya Kerkûkê.
Ji aliyê din ve Navenda Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê hersê êrîş piştrast kir û ragihand, ku di teqîna li Kolana Qudsê de 14 kes birîndar bûne û kesê jiyana xwe ji dest daye, jin bûye.
Rudaw
