Nemsa 7 mizgeft girt û hijmarek îmamên Tirkiyê der kir
Sebastian Kurz got: Ev biryara Hikûmeta Nemsayê piştî wê yekê hat, ku hejmarek ji girte vîdyoyên nava wan mizgeftan li ser torên civakî hatine belavkirin û têde bêrêzî bi cihûyan hatiye kirin û di wan vîdyoyan de jî diyar dibe ku hin îmam zarokan fêrî tundiyê dikin.
Li gorî medya Nemsayê, ew mizgeftên hatine girtin, ji aliyê karsazekî Tirk ve hatine avakirin û piraniya melayên wan mizgeftan bi regez Tirk bûn.
K24
