• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Sine girtiyekî kurd di bin îşkencê de hat kuştin

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Li Sine girtiyekî kurd di bin îşkencê de hat kuştin

 Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd di girtîgehê de bi lêdan û îşkencê hat kuştin.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, pêr girtiyekî kurd bi navê Xesro Cemalî (24 salî) di girtîgeha bajarê Sine de bi lêdan û îşkencê hat kuştin.

Li gorî agahiyan, Xesro Cemalî 3 salê berê bi tohmeta kuştina 2 kesan hatibû girtin û bi qîsasê (îdam) hatibû mehkûmkirin û çend roj bûn biribûn pişka qarantînê ya girtîgehê.

Endamekî malbata wî gotiye, berpirsên girtîgehê ji wan re gotine Xesro derman xwariye û bi xwe, xwe kuştiye!

Li gorî agahiyan, termê wî girtiyê kurd bi bin tedbîrên tund yên ewlehiyê de hatiye veşartin.

 

 

Basnews

Top