• Thursday, 26 February 2026
logo

Piştevaniya bo diyaloga navbera Rêveberiya Xweser û Şamê zêde dibe

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Piştevaniya bo diyaloga navbera Rêveberiya Xweser û Şamê zêde dibe

Li Rojavayê Kurdistanê hejmarek ji rewşenbîran destpêşxeriyek bi navê Destpêşxeriya Niştimanî bo piştgiriya diyaloga di navbera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser li aliyekê û hikûemta Sûriyê li aliyê din de ragihandine û Serokê Dîdara Çandî ya Danûstandinê, Mehmûd El Salim dibêje, diyaloga vê dawiyê ya Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê di atmosfêreke erênî re derbas dibe.

Li gor çavkaniyên agahdar, di wan demên dawî de diyaloga di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de bi şêweyekî nerasterast dest pê kiriye.

Serokê Dîdara Çandî ya Danûstandinê, Mehmûd El Salim ji Rûdawê re ragihand, diyaloga vê dawiyê ya Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê di atmosfêreke erênî re derbas dibe.

Mehmûd El Salim herwiha diyar kir, wan destpêşxeriyek ji bo destpêkirina danûstandina di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de kiriye ku li deverê civînan pêk bînin.

Li gorî El Salim, piştî bangên berpirsên Rêveberiya Xweser ku gotibûn ew amade ne ligel hikumetê bicivin, gavên bi vî rengî hatine avêtin.

Mehmûd El Salim ji Rûdawê re wiha got: “Me destpêşxeriyek pêşkêş kiriye, me navê wê kiriye Destpêşxeriya Niştimanî. Me li ser reşnivîsa vê rêkeftina niştimanî amade kiriye, ev dê bibe bingeha rêkeftinan. Di reşnivîsê de me tekez kiriye li ser parastina erdên Sûriyê, rêgirîkirin ji dagirkirina erdê Sûriyê, rûbirûbûna metirsiya Tirkiyê li Sûriyê ku dixwaze dest bi ser beşeke zêdetir a erdê Sûriyê de bigire.”

Serokê Dîdara Çandî ya Danûstandinê diyar kir, “Em dê kar bikin ku xelkê Sûriyê bibin yek jibo rûbirûbûna wan metirsiyan ku destpêkê gefê li xelkê Sûriyê û axa wê dike. Encameke baş a van hevdîtinan hebû, ku min û mamosta Omer bi hin kesan re hevdîtin kirin û encamek baş derketiye.”

 

 

Rudaw

Top