• Thursday, 26 February 2026
logo

Dadgeha Konyayê îdianameya doza kuştina malbata Kurd qebûl kir

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Dadgeha Konyayê îdianameya doza kuştina malbata Kurd qebûl kir

Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, 4emîn Dadgeha Giran a Konyayê di doza kuştina malbata Kurd ya Dedeogullari de îdianemeya ji aliyê dozger ve hatibû amadekirin qebûl kir. Ji bo kesê bi navê Mehmet Altun ku 7 endamên malbata Kurd qetil kiribûn, 7 caran cezayê zindanê ya heta hetayê ya girankirî hat xwestin. Herwiha 5 gumanbarên dozê jî serbest hatin berdan.

4emîn Dadgeha Giran a Konyayê, di doza kuştina malbata Kurd ya Dedeogullari de îdianame qebûl kir. Dadgehê, gumanbarên girtî Veli Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Ali Çalik û Ali Keleş bi şertên edlî serbest berdan.

Di îdianameyê de ji bo kujerê malbata Dedeogullari, Mehmet Altun bi tometa “kuştina plankirî û bi hestên hov”, “binpêkirina parêzvaniya mal”, “şewitandina mal” û “hilgirtina çeka bê molet” bi giştî 7 caran cezayê zindanê yê heta hetayê yê girankirî hat xwestin. Herwiha meha Cotmehê jî biryara azadkirina hevjîna kujerê malbata Kurd, Zehra Altun, bavê wî Îbrahîm û dayika wî Îsmahan Altun hatibû dayîn. Di doza ku 13 kes hatibûn girtin, heta niha 8 kes serbest hatin berdan û tenê 7 girtî man.

Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Di êrîşa 12ê Gulanê de me daxwaza girtina 5 kesan û parastina malbatê kir. Bi serbest berdana 5 kesan bersiva me dan. Ji vê cirhet stendin qetlîam kirin. Ti daxwazake me ya lêkolînê nayê qebûlkirin. Niha 5 kesên din jî serbest berdan. Ez nikarim li rûyê muwekîlê xwe binêrim.”

Bûyera kuştina malbata Kurd

Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmeha 2021ê li navçeya Meram a Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û her 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê malbatê.

Malbata Dedeogullari, beriya 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistaê çûbû Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meram niştecî bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, êrîş li wan dihat kirin.

Navên endamên wê malbata Kurd ku bikom hatin kuştin; Yaşar Dedeogullari, Bariş Dedeogulları, Serpîl Dedeogullari, Serap Dedeogullari, İpek Dedeogulları, Metin Dedeogullari û Sibel Dedeogullari.

Kujerê malbata Kurd Mehmet Altun ku piştî êrişê reviyabû, roja 4ê mehê hatibû girtin. Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ragihandibû, di çarçova lêpirsîn û lêkolînên wan de bikujê bi navê Mehmet Altun li nêzikî gundê Uçpinarlar ê ser bi navçeya Bozkir ve li Konyayê ji aliyê hêzên emnî ve hatiye girtin.

Peyamnêrê Rûdawê Şewket Herkî serdana wê malbata Kurd kiribû û li gorî gotina wê malbata Kurd, grûpa nijadperest a Tirk ji wan re gotine, ew neteweperest in û rê nadin ku ew li wir bijîn.

Malbata Kurd ji peyamnêrê Rûdawê re diyar kiribû ku şeva 12ê Gulana 2021ê grûpeke 60 kes bi dirûşmên nijadperest êrişî wan kir û ji wan re gotin, “Em nahêlin hûn li vir bijîn.”

Malbatê ji peyamnêrê Rûdawê ragihandibûn ku ew di bin êriş û gefê de ne û diyar kiribûn, ji ber ku ew Kurd in rastî êrişên nijadperest tên.

 

Rudaw

Top