• Thursday, 26 February 2026
logo

Hejmara binkeyên leşkerî li Sûriyê û Rojava

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Hejmara binkeyên leşkerî li Sûriyê û Rojava

Li Sûriyê ku ev zêdetirî 10 sal e di nav şerê navxwe de ye, hejmareke zêde ya hêzên welatan tê de bicih bûne.

Li gor dawî amaran li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê 114 binkeyên serbazî yên Tirkiyê hene ku piraniya wan dikevin parêzgeha Idlibê.

Tirkiye li Sûriyê piştevaniya grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê dike ku di nav wan grûpan de yên wek El Nûsre jî hene ku ew grûp ji aliyê Netewên Yekbûyî ve wek “rêxistinên terorîst” tên naskirin.

Rûsyayê bi destpêkirina krîza Sûriyê, di berjewendiya Şamê de bi awayekî rasterast destwerdana serbazî kir û niha 83 binkeyên wê yên serbazî li seranserê Sûriyê hene.

Îran ku ew jî wek Rûsyayê li ser daxwaza rejîmê derbasî Sûriyê bûye, 131 binkeyên serbazî hene û li gel rejîmê şerê grûpên çekdar dike.

Rêxistina Hizbullahê jî li Sûriyê heye û li gor dawî amaran Hizbullahê li Sûriyê 116 binkeyên serbazî danîne.

Li aliyê din 33 binkeyên serbazî yên Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî jî li Sûriyê hene ku taybet li herêmên Rêveberiya Xweser bicih bûne û li dijî DAIŞê piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dikin.

 

Rudaw

Top