• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Efrînê teqîn: Kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn

Gulan Media November 4, 2021 Nûçe
Li Efrînê teqîn: Kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn

Şeva borî, teqînek li ser rêya navbera Efrîn û Raco çêbû û di encam de kesek hat kuştin û 3 kesên din birîndar bûn.

Çavkaniyeke taybet ji navçeyê ji Rûdawê re got, dema ku otomobîla Erebekî hawirde li nêzîkê gundê Goliya ya Jêrîn, li ser rêya Raco, ji rê derketibû, krên hatibû da ku otomobîlê rakêşe ser rê.

Di dema hewla rakişandina otomobîlê de, mînek ji paşmayê şer teqiya ye û di encam de şofêrê kirênê û 2 zarok birîndar bûne û alîkarê şofêr jî canê xwe ji dest daye.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji roja 18ê Adara 2018) ku ketiye bin kontorola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê.

Yek ji birîndarên teqînê

 

Rudaw

Top