Volkana Fuego teqiya; 109 kesan canê xwe ji dest da, 200 kes winda ne
Li welatê Guatemalayê ku yek ji welatên Amerîkaya Latîn e, çiyayê Fuego yê volkanîk teqiya. Li gor berpirsên wî welatî heta niha di encam de 109 kesan canê xwe ji dest daye û 200 kes jî birîndar bûne.
Herwiha tê ragihandin ku ji ber şert û mercên dijwar xebatên lêgerînê jî hatine sekinandin.
Tê ragihandin ku berpirsên wî welatî roja Yekşema borî tevgara di wê volkanê de dîtine lêbelê biryara tehliyekirina welatiyan nehatiye girtin.
Tê gotin ku teqînên di wê volkanê de bandor li nêzî 2 milyon kesan kiriye.
Basnews
