PDK û YNK tekezî liser yekrêziya aliyên Kurdistanê dikin
Di civînekê de, di navbeyna her dû aliyan de li Hewlêrê, rewşa Iraqê ya piştî hilbjartinan û derencamên wê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser giringiriya yekrêzî û lihevkirina aliyên Kurdistanî li Bexda hate kirin. Herweha di civînê de, hilweşandina dengdana taybet li Herêma Kurdistanê red kirin û tekez kirin ku, li gor Destûrê dengdan mafê her welatiyekî ye, û nabe ew maf jê were standin. Pêwîst e rêz li wî mafê Destûrî were girtin.
Partî û Yekîtî tekez kirin ku, li şûna rêzgirtin li rola Pêşmergeyên qehreman di şerê dijî DAIŞê de, Parlamentoya Iraqê di biryareke şaş, ku wekî karvedan e, mafê dengdanê ji Pêşmerge distîne. Herweha di civînê de, rewşa navxweyî ya Kurdistanê û hin pirsên din ên girêdayî Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.
K24
