Li Efrînê talan û destdanîna ser xaniyan berdewam e
Jêderekî xwecihî li gundê Îska yê navçeya Şêrewa ji BasNewsê eşkere kir û got ku li sibeha îro, pevçûn di navbera hin milîsên girûpa Ehrar El-Şam, bi sedema nakokiya li ser du xaniyên gund, qewimîn.
Tê zanîn ku milîsên bi ser Tirkiyê ve, piştî dagîrkirina Efrînê, dest datînin ser xaniyên xelkên Efrînê bi tewana ku ew milkên kafiran in û li wan helal in.
Basnews
