• Thursday, 26 February 2026
logo

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 15 kes ji gundekî Efrînê revandin

Gulan Media November 3, 2021 Nûçe
Çekdarên ser bi Tirkiyê ve 15 kes ji gundekî Efrînê revandin

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 15 kesên sivîl gundekî Efîrnê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê Polîsa Leşkerî roja 1ê Mijdarê 2021ê 15 kesên sivîl ji gundê Memila yê navçeya Raco revandin.

Diyar kir jî, kesên hatine revandin bi tometa cuda ên nerast tên tometbarkirin û çekdar li berdana her yekî ji wan jî daxwaza 1520 Lîreyên Tirkî dikin.

Navên kesên hatine revandin Ehmed Xelîl Faris, Ehmed Mihemed Îbrahîm, Xelîl Osman, Şukrî Omer, Qadir Sebrî Faris, Selah Osman, Subhî Omer, Mihemd Husên Biko, Necîb Kurdî, Îbrahîm Osman Hesen, Selah Mihemed Elî, Mistefa Xelîl Îbrahîm, Ehmed Mihemed Betal û Zerdeşt Kemal Kurdî ne.

Di meha Cotmeha borî de jî nêzîkî 20 welatiyên gundê Memila ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin. Piştî ku çekdaran fidye ji wan standibûn, ew berda bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê dibêje, grûpên çekdaran ji standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin.

 

K24

Top