• Thursday, 26 February 2026
logo

Amerîka: Hevkariyên me bo HSD berdewam dibin

Gulan Media November 3, 2021 Nûçe
Amerîka: Hevkariyên me bo HSD berdewam dibin

dibêje li Sûriyey HSD hevpeymanê me yê rastîne.
Peyvdarê wezareta berevanî daxuyanî daye çapemeniyê.

Peyvdarê wezareta berevanî ya Amerîkayê ( Pentagon)ê ragihand ku vê hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên Sûriyeya demokratîk berdewam bibin.

Peyvdarê Pentagonê John Kirby di axuyaniya xwe ya çapemeniyê ya herî dawî de diyar kiriye ku hêzên Sûriyeya demokratîk hevbeş û hevpeymanên rastîn yên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê li Sûriyeyê ne, lewre hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê bo HSDê bo şerê dijî DIŞIê berdewam dibin.

Weke tê zanîn Serokkomarê Tirkiyeyê gefa lidar xistina operasiyonê dike û piştî hevdîtina xwe ya bi Biden re jî diyar kiribû ku vê hevkarî û piştîvaniyên Amerîkayê yên bo HSDê weke berê berdewam nebin.

 

 

Top