Li Kerkûkê ji ber bilindkirina Ala Kurdistanê fermana desteserkirina rêveberê dibistanê derket
Roja duşemê 1ê Mijdara 2021ê li Kerkûkê bi amadebûna Rêveberê Perwerdeya Kurdî û mamoste û serperiştyaran, zengila sala nû ya perwerdehiyê li Dibistana Elî Merdan a Seretayî lêda.
Nûçegihanê K24ê yê li Kerkûkê ragihand; di merasîma destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê de Ala Kurdistanê hat bilindkirin û sirûda netewî ya Ey Reqîb hat gotin.
Piştî merasîm Rêveberê Giştî yê Perwerdehiya Kerkûkê ku kesekî Ereb e, gefa cezakirinê li rêveberê dibistanê dixwe û daxwaz dike ku biçe Dîwana Perwerdehiyê, lê belê rêveberê Kurd red dike ku biçe, piştre hêzeke ewlehiyê ya ser bi asayîşa niştimanî, bi mebesta desteserkirinê diavêjin ser mala Rêveberê Dibistana Elî Merdan, beriya ku hêz bigihîjin mala wî, ew ji malê derdikeve.
Piştre bi rêya muxtarê taxê ve pê re dikevin têkiliyê û jê re dibêjin ku divê xwe radest bike, îro jî careke din efserek pê re ketiye têkiliyê û xwestiye ku xwe radest bike û jê re gotiye eger xwe radest neke, dê cezayê wî girantir bibe.
Nûçegihanê me eşkere kir; Rêveberê Dibistana Elî Merdan ji ber gefa ku li ser wî ye, ji Kerkûkê derketiye.
Rêveberê Dibistana Elî Merdan li ser sedema avêtina ser mala wî, ji K24ê re diyar kir; sedem tenê bilindkirina Ala Kurdistanê ye û dixwazin bi vê rêyê mamosteyan bitirsînin û êdî nikaribin li dibistanan jî Ala Kurdistanê bilind bikin.
Li gor zanyariyên K24ê, tiştê ku li hember Rêveberê Dibistana Elî Merdan tê kirin, li ser daxwaz û biryara Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî ye.
Ji bo çareserkirina vê kêşeyê, berpirsên PDKê li aliyekî û Wezîrê Perwerdehiyê yê Herêma Kurdistanê li aliyekî din li ser xetê ne û piştevaniya xwe ji bo mamosteyê Kurd nîşan dane û jê re soz dane ku nahêlin ti sizayek bi ser wî de were sepandin.
K24
