Berpirsekî payebilind ê Talîbanê di êrîşa Kabulê de hat kuştin
Berpirsên Afxanistanê piştrast dikin ku berpirsekî payebilind ê Talîbanê ligel 19 kesên din di êrîşa doh bo ser nexweşxaneya Kabulê de hatine kuştin.
Doh Sêşembê DAIŞê bi kemera bomberêjkirî û çekan êrîşî Nexweşxaneya Serbazî ya Serdar Dawid xan kir, berpirsên Afxanî jî piştrast dikin ku Hemdulla Muxlîs di wê êrîşê de hatiye kuştin. Hemdulla Muxlîs payebilindtirîn berpirsê Talîbanê ye ku piştî vegera wê bo ser desthilatê di şer û rûbirûbûnan de tê kuştin.
Berpirsekî medyayî yê Talîbanê ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin da zanîn ku dema Hemdulla nûçeya êrîşî ser nexweşxaneyê bihîst bilez çû wê derê û got: “Me gelekî daxwaz jê kir neçe, lê keniya û em bicîh hiştin, heta vê dawiyê me zanî ku ew jî yek ji qurbaniyên êrîşa ser nexweşxaneya serbazî ye.”
Doh çekdarên DAIŞê ku dibêjin wan êrîş pêk anîne, bi ser nexweşxaneya Kabulê de girtin, yekem car çekdarekî xwe li ber deriyê nexweşxaneyê teqand, piştre çekdarên din bi çekan bi ser nexweşxaneyê de girtin û heta demekê şer di navbera herdu aliyan de berdewam bû, piştî çendîn qurbanî Talîbanê bi hêzeke zêde rewş kontrol kir.
Di sala 2017an de, heman Nexweşxaneya Serbazî ya Serdar Mihemed Dawid Xan ku nexweşxaneya herî mezin a serbazî ya Afxanistanê ye ket ber êrîşeke xwekujî ya DAIŞê ku bi cilên pizîşkî çûbûn nav nexweşxaneyê, xwe teqandibûn û di encam de zêdeyî 100 kesan bûbûn qurbanî.
Piştî naverasta meha Tebaxê Talîbanê desthilata Afxanistanê xist destê xwe, DAIŞê çendîn teqîn kirine û zêdetir jî dijî Şîeyên Afxanistanê ku ya dawî 3ê Cotmeha 2021ê li nêzîkê Mizgefta Îdgah a Kabulê bû ku di encam de 5 kes hatin kuştin û çendîn kesên din jî birîndar bûn.
Rudaw
