• Tuesday, 17 February 2026
logo

Bahoz Erdal: YPG ne şaxek ji PKKê ye

Bahoz Erdal: YPG ne şaxek ji PKKê ye
Fermandarê PKKê Bahoz Erdal radigihîne, wan di warê leşkerî û pêşkêşkirina çekan de piştgîriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kiriye.

Bahoz Erdal di hevpeyvînekê ligel rojnameya “Okaz” a Siûdiyê re red kir ku PKKê YPG damezrandibe, lê aşkere kir ku berî damezrandina YPGê û piştî damezrandinê we, PKKê di warê leşkerî de alîkariya YPGê bi çek û cebilxane kirine. YPG ne şaxek ji PKKê ye.

Derbarê dagîrkirina Efrînê de Erdal Bahoz got, Efrînê li dijî Tirkiyê ku hêza duyem e di NATOyê de berxwe da, rast e Tirkiye derbasî Efrînê bû, lê dê berxwedanek bi awayekî din hebe.

Erdal dibêje, karê wan yê sereke niha şerê artêşa Tirkiyê ye û ew nikarin dest ji wê yekê berdin û xwe mijûlî krîza Sûriyê bikin. Erdal red kir jî ku YPG û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) fermanên xwe ji Qendîlê werdigirin. PKKê tenê di şerê li Kobanê û li dijî DAIŞê hevkariya YPGê kiriye.

Aşkere kir jî, di sala 2014an de wî serdana Rojavayê Kurdistanê kir û 3 mehan lê ma, lê serdana wî tenê ji bo malbata wî bû û ti pêwendiya wî bi karê leşkerî û siyasî nebû.

Li ser vekişandina ji Şingalê got, dema gef li ser Şingalê hebû, PKKê ji bo parastina Êzidiyan çû wê navçeyê. Xelkê wê hêzeke xwecihî ava kirin, em ji vekişiyan ji bo Tirkiyê bi bihaneya hebûna PKKê derbasî Şingalê nebe.

K24
Top