• Tuesday, 17 February 2026
logo

Nûrî Mehmûd: Tenê YPG ji Minbicê vedikişe ne HSD

Nûrî Mehmûd: Tenê YPG ji Minbicê vedikişe ne HSD
Mijara nexşerêya Minbicê û rêkevtina Tirkî-Amerîkî hêj di rojevê de ye û gotûbêj û nirxandinên li ser wê rêkevtina Enqere-Waşingtonê berdewam in. YPGê jî ragihand, ku ew dê şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbicê vekişînin û Berdevkê YPGê, Nûrî Mehmûd jî dibêje, tenê şêwirmendên wan dê vekişin û hêzên HSDê dê li Minbicê bimînin.



Piştî ragihandina wê nexşerêyê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ragihand, ku piştî Minbicê, dê nexşerêya hemû bakurê Sûriyê bihê danîn û heta 6 mehên din, dê bi tevahî nexşerêya Minbicê bihê cîbicîkirin. Yekîneyên Paratyina Gel (YPG) jî, dê hêzên xwe ji Minbicê vekişînin.



Mevlut Çavuşoglu da xuyakirin, ku YPGê wê çekên xwe jî li Minbic bihêle. Lê Berdevkê YPGê, Nûrî Mehmûd dibêje, ku ew çek ne yên YPGê ne, lê belê yên Encûmena Leşkerî ya Minbic in.



Berdevkê YPGê, Nûrî Mehmûd di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: Çekên li wê derê, ne çekên YPGê lê belê zêdetir çekên Encûmena Leşkeriya Minbicê ne, şêwirmendên leşkerî yên YPGê bi çekên xwe yên ferdî li wê derê ne û Encûmena Leşkeriya Minbicê ev alî ye ku xwedan çek e li wê derê. Ti çekên YPGê yên wisa ciddî li Minbicê tine ne.



Fermandariya Giştî ya YPGê jî derbarê vê yekê de, daxuyaniyek ragihandiye. Di vê daxuyaniyê de, YPGê diyar kiriye, ku piştî bidawîkirina erkên xwe yên leşkerî û ewlehî, dê şêwirmendên xwe yên serbazî ji Minbicê vekişînin. Ew vekişîn jî ya YPGê ye ne ya HSDê, weke ku berdevkê YPGê tîne ziman.



Nûrî Mehmûd li ser vê yekê dibêje: Vekişîn dê ne ya hêzên HSDê be, vekişîn dê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) be. YPG ji aliyê gelê Minbicê ve hatibû vexwandin, daku li hember terora DAIŞê şer bike û bajarê Minbicê bihê rizgarkirin. Ew yek di 2016an de me pêk anî, piştre hêzên me ji Minbicê vekişiyan, lê belê ji ber ku pêwîstiya Encûmena Leşkeriya Minbicê bi ezmûn û profesyoneliyê hebû, hinek ji şêwirmendên leşkerî ji aliyê YPGê ve li wê derê man.



Li gorî rêkevtina Amerîkî-Tirkî, dê xalên hevbeş ên herdu dewletan li ser hêla Sacûr, li derdora Minbicê, bêne avakirin. Di heman demê de, Encûmena Lekşerî ya Minbic, dê li nav bajar bimîne, ji ber ku bi gotina YPGê, di daxuyaniya dawî de, ev encûmen.



Wezareta Derve ya Amerîkayê jî eşkere kiriye, ku rêkevtina ligel Enqereyê derbarê Minbica sûrî de daxwaz dike, ku YPGê ji bajêr heta rojhilatê Firatê vekişe. Herwiha tekez kiriye, ku rêkevtina Amerîkayê ligel Tirkiyê tê cîbicîkirin û YPGê ji Minbicê ber bi rojhilatê Firatê ve paşve vedikişe.



Roja 15ê Tebaxa 2016an HSDê, di nav de jî YPGê, Minbic ji destê çekdarên DAIŞê derxist û kontrol kiribû û di roja 16ê Mijdara 2016an, HSDê û YPGê ev bajar radestî Encûmena Leşkerî ya Minbic kiribûn.



Doh Sêşemî 6ê Hezîrana 2018an jî YPGê bi fermî vekişîna şêwirmendên xwe yên leşkerî ji Minbic ragihand.



Ev pêşhateyên nû, di demekê de dibin, ku Tirkiye tevgera xwe ya serbazî li derdora Minbic zêde kiriye. Ev jî tê wê wateyê, ku di rojên bê de, wê hinek gavên din, li vê deverê bêne avêtin, lê ew gav çi ne û çawa ne, siberoj dê vê yekê zelaltir bike.

Rudaw
Top