Li Îlamê dirûtina birinc dest pê kiriye – Hasila îsal herî kêm 10 hezar ton e
Li parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê dirûtina birinc dest pê kiriye û tê texmînkirin bi hezaran ton birinc were berhevkirin.
Berpirsê çandiniya parêzgeha Îlam ya Rojhilatê Kurdistanê, Mihemed Elî Eqdesî ragehandiye, cotkarên Îlamî ev demek e dest bi dirûtina birinc kirine û heta niha jî didome.
Eqdesî daye zanîn jî, dirûtina birinc dê heta du hefteyên din jî berdewam û gotiye, tê texmînkirin îsal herî kêm 10 hezar ton birinc li Îlamê were berhevkirin.
Li Îlamê her sal derdora 3500 hîktar birinc tê çandin. Herî zêde jî li deverên Sîrwan û Çirdawil yên parêzgehê birinc tê çandin.
Birinca ku li Îlamê tê çandin, enber û bi bêhne û wek diyarî jî di nav xelkê de tê bikaranîn.
Basnews
