Wekîlê Wezareta Pêşmerge: Nêzîkî 2 ta 3 hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê hene
Di dawiya sala 2017an de, serokwezîrê wê demê yê Iraqê bidawîbûna şerê DAIŞê ragihand, lê ji wê demê ve ji ber êrîşên wê rêxistina radîkal bi sedan kes bûne qurbanî.
Êrişa herî dawî ya DAIŞê jî beriya sê rojan li navçeya Pirdê ya Kerkûkê û bo ser hêzên Pêşmerge bû. Roja Şemiyê 30ê Cotmehê hejmarek ji çekdarên DAIŞê li navçeya Zurgeziraw a Pirdê êrişî çeperên hêzên Pêşmerge kiribûn û di encamê de 2 Pêşmerge şehîd bûbûn.
Wekîlê Wezareta Pêşmerge, Serbest Lezgîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Nêzîkî 2-3 hezar çekdarên DAIŞê li Iraqê hene û çekên wan ên pêşketî hene.”
Rêvîng Hirurî, Serokê Lijneya Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê jî dibêje, ji çend aliyan ve alîkariya darayî digihe DAIŞê.
Piştî 16ê Cotmeha 2017an valahiyeke emnî di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên emnî yên Iraqê de çêbûye.
Berpirsên Herêma Kurdistanê û Fermandarên Pêşmerge jî nehiştina wê valahiya emnî pêwîst dibînin bo nehiştina tevger û gefên DAIŞê. Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê jî hevahengiya ligel Pêşmerge pêwîst dibîne.
Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê dibêje, hevahengiya li gel Pêşmerge pêwîst e.
Tehsîn Xefacî ji Rûdawê re got, “Karê hevbeş û hevahengiya navbera me zêrevanên herêmê berdewam e, efserên Pêşmerge li Fermandariya Operasyonên Hevbeş hene ku karê wan zêdetir aktîvtirkirina hewla îstîxbaratî û hevahengîkirin e di warên cuda de. Karên mezin hatine kirin li wan navçeyên ku cihê girîngiya hevbeş in.”
DAIŞ li ser asta civaka navdewletî hê jî wek gef tê dîtin. Di civîna Înêya bihorî ya navbera Joe Biden û Emmanuel Macron de, herdû serkirdeyan ragihandin ku hevahengiya hêzên wan ên serbazî û hevbeşên wan li Hevpeymaniya Navdewletî bihêztir dikin bi armanca hiştina guşarê li ser DAIŞê. Ji wan jî li Iraq û Sûriyê.
Rudaw
