• Thursday, 26 February 2026
logo

Amerîkayê derbarê egera operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bersiv da

Gulan Media November 1, 2021 Nûçe
Amerîkayê derbarê egera operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bersiv da

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê egera operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bersiva Tora Medyayî ya Rûdawê da û berdevkekî li ser navê wezaretê ragihand, “Hejmarek berjewendiyên Amerîka û Tirkiyê hene ku rûbirûbûna terorê yek ji wan e” û tekez kir, “Giring e hemû alî rêzê li navçeyên agirbestê bigirin û biparêzin daku istiqrara li Sûriyê baştir be.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, giring e aliyên peywendîdarî krîza Sûriyê kar bikin jibo hiştin û parastina agirbesta li wî welatî.

Berdevkekî li ser navê Wezdareta Derve ya Amerîkayê di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ya derbarê civîna roja Yekşemê ya navbera Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û egera destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî ya Tirkiyê bo ser navçeyên bin desthilata Rêveberiya Xweser ragihand, “Giring e hemû alî rêzê li navçeyên agirbestê bigirin û biparêzin daku istiqrara li Sûriyê baştir be û bi armanca gihîştina bi çareseriyeke siyasî bo krîza li wî welatî jî kar bê kirin.”

Di beşeke din a bersiva Wezdareta Derve ya Amerîkayê de ku di rêya emailê re bo Rûdawê hatiye şandin, behsa peywendiyên di navbera Amerîka û Tirkiyê de tê kirin û tê gotin: “Me, çendîn berjewendiyên me li gel Tirkiyeya hevpeymana me ya NATOyê heye, rûbirûbûna terorê yek ji wan e; yekî din bidawîanîna krîza Sûriyê, û karkirin jibo rêgirtin û kêmkirina bandorên xirab li navçeyê jî yekî din e.”

Di bersiva Wezareta Derve ya Amerîkayê de amaje bi wê hatiye kirin, ku jibo bidawîanîna krîza Sûriyê berjewendiyên wan li gel Tirkiyê hene û hatiye destnîşankirin, “Waşington dê derbarê siyaseta xwe ya Sûriyê de bi Enqerê re şêwira xwe bidomîne, wek çawan şêwirê li gel cîranên din ên Sûriyê û hevbeşên xwe yên li navçeyê dikin.”

Roja Yekşemê 31ê Cotmeha 2021an, di kevana birêveçûna civîna G20 li Roma ya paytexta Îtalyayê, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi hev re civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

 

Rudaw

Top