Sê mûşek li herêma Mensûr a Bexdayê ketin
Sê mûşek li herêma Mensûr a li nêzîkî herêma Kesk a Bexdayê ya Balyozxaneya Amerîka û baregehên hikûmeta Iraqê lê ne ketin.
Ajansa AFP li ser zarê berpirsekî ewlehiyê belav kir, sê mûşekên ji cureya Katyusha li herêma Mensûr ketin, bêyî ku ti ziyanên canî di encamê de derkevin.
Li gor wî berpirsê ewlehiyê, ji piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê yên vê dawiyê, ev yekem êrîşa yekem e li ser wê herêmê.
Jêderekî ewlehiyê diyar kiribû, hêzên ewlehiyê duhî jî li devereke Bexdayê dest danîbûn ser sekoyeke avêtina mûşekan.
K24
