Lijneya Pêşmerge: Divê hikûmeta Iraqê zêdetir giringî bi hemahengiya lijneya ewlehiya hevbeş bide
Lijneya karûbarên Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê bi daxuyaniyekî êrîşa terorîstên DAIŞê ya ser çeperên Pêşmerge şermezar kir û daxwaz kir aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraqê zêdetir giringî bidin bi hemahengiya lijneya ewlehiya hevbeş a di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge.
Di daxuyaniya lijneya karûbarên Pêşmerge de hat gotin: ‘’Mixabin careke din terorîstên DAIŞê wek karê tirsonekî û têkderiya berdewam êrîş kirin ser hêzên Pêşmerge yên li sînorê eniya Pirdê ya Kerkûkê, ku bû sedemê şehîdbûna du Pêşmergeyên bi navên Xalîd Hemîd Heyas û Ako Kerîm Qadir ên ser bi fewca du ya lîwaya 10 a bejayiyê.’’
Herwaha hat ragehandin: Wek lijneya karûbarên Pêşmerge em êrîşê şermezar dikin û serxweşiyê li malbat û merivên serbilind ên şehîdan dikin. Herwha destxweşiyê li qehremantî û canfedayiya hêzên Pêşmerge dikin di tekoşîna hember terorîstan a ji bo parastina xelk û axa herêma Kurdistanê.’’
Daxuyaniyê de hat gotin: ‘’Em daxwazê ji aliyên pêwendîdar ên hikûmeta Iraq a federal dikin, zêdetir giringiyê bidin bi hemahengiya lijneya ewlehiya hevbeş a di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge, ku valatiya ewlehiyê li hemû xetan de bê tejî kirin, ku terorîstên DAIŞê serkeftî nebin û bûyerên waha nayên xwestin dubare nebin.’’
Basnews
