• Tuesday, 17 February 2026
logo

Serok Barzanî: Bo çareseriya kêşeyan derfetên nû der ketine

Serok Barzanî: Bo çareseriya kêşeyan derfetên nû der ketine
Serok Barzanî li ser rewşa Îraqê twittek belav kir.

Serok Barzanî îro li ser pêgeha xwe ya li twitterê derbarê rewşa Îraqê de twîttek weşand û têde nivîsand: Piştî hilbijartinên 12ê Gulanê li Îraqê hevdem li gel hebûna têbîninên zêde yên li ser çawetiya birêveçûna prosesa hilbijartin û encamên wan, lê rewşeke nû û derfetên nû der ketine bo çareser kirina kêşeyên heyî.

Li ser vê esasê lazime di wan derfetan de gelek bi hûrî kar bi prensîbên hevbeşî, tewafoq û hevsengî were kirin nek weke berê ku tenê aliyek biryar li ser proseya siyasî û birêvebirina welat bide.

Di bin sêya wan prinsîban de em jî hewlên cidî didin daku aliyên serekî bigehêjin encaman û li gor me pêbend bûn bi wan prinsîban dibe sedema çareseriya bingehîn ya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê û prosesa siyasî ya Îraqê bigiştî.
Top