Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Pêşmerge û kesayetiya diyar a Zaxo Erîf Derwêş Sindî dike
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî sersaxiyê li malbata Pêşmergeyê têkoşer û kesayetiya naskirî ya bajarê Zaxo Erîf Derwêş Sindî dike.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 30 Cotmeha 2021ê di pêwendiyeke telefonî de sersaxiyê li malbata Pêşmergeyê her du şoreşan Îlonê û Gulanê û hilgirê Medelyaya Barzaniyên Nemir û kesayetiya naskirî ya Zaxo Erîf Derwêş Sindî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî hevxemiya xwe ligel malbata wî Pêşmergeyê xebatkar û niştimanperwer nîşan da û hêvî xwast, Xwedêyê mezin giyanê xwedêjêrazî bi bihuştê şad bike û aramiyê jî bide kesûkar, malbata û hevalên wî.
Di hemberê de, malbata Erîf Derwêş Sindî spasî û bêzanîna xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr Mesrûr Barznaî nîşan da.
