• Thursday, 26 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Rêxistina Xêrxwazî ya LDS kir

Gulan Media October 29, 2021 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Rêxistina Xêrxwazî ya LDS kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro pêncşemê 28ê Cotmeha 2021ê pêşwazî li şanda bilind a Rêxistina Xêrxwazî ya LDS a Amerîkî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya Rêxistina LDS kir ku di çend salên borî de bi hemahengiya ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çendîn projeyên hevbeş ji bo alîkarîkirina aware û penaber û xelkê hejar û kêmdahat ên li Kurdistanê encam dane.

Şanda Rêxistina Xêrxwazî ya LDS pesnê Herêma Kurdistanê da, ku tevî rewşa dijwar a aboriyê, mêvandariya zêdetirî milyonek aware û penaberên ji pêkhateyên cuda cuda, didomîne.

Di beşeke din a hevdîtinê de tekezî li ser girîngiya alîkarî û xweşkirina zemînê ji bo vegerandina awareyên Şingalê bo cih û warên wan hat kirin.

 

Basnews

Top