• Thursday, 26 February 2026
logo

Hejmara kesên ji ber şer li seranserê cîhanê koçber bûne hat eşkerekirin

Gulan Media October 29, 2021 Nûçe
Hejmara kesên ji ber şer li seranserê cîhanê koçber bûne hat eşkerekirin

Encûmena Giştî ya Neteweyên Yekbûyî civînek pêk anî û di civînê de hat eşkerekirin ku ji ber şer û pevçûnên çekdarî hejmara kesên ji cih û warê xwe bûne, gihiştiye 48 milyon kesan.

Raportora Taybet bo Awareyan a Neteweyên Yekbûyî Cecilia Jimenez Damari di civînê de ragihand: “Hejmara kesên ku ji ber pevçûn û tundiya çekdarî li seranserê cîhanê aware bûne, gihişt 48 milyon kesan û ev hejmar heta niha hejmara herî bilind e.”

Cecilia Jimenez Damari diyar kir: “Di vê rewşê de ku pevçûna çekdarî û belavbûna tundiyê tevlihev bûye, pêkanîna rêzgirtina li mafên navdewletî yên mirovî û rêzgirtina li mafên mirovan her ku diçe dijwartir dibe.”

Damari destnîşan kir ku ji ber şer û pevçûnên li piraniya cîhanê û karesatên sirûştî ku xelkê ji cih û warên wan dikin, dibe ku rewşê xirabtir bikin.

 

K24

Top